NY`yê hişyarî da: Senaryoyeke metirsîdartir li Xezayê heye

NY`yê hişyarî da ku berdewamkirina şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de dê “senaryoyeke metirsîdartir” ji bo Xezayê çêke.

NY`yê hişyarî da: Senaryoyeke metirsîdartir li Xezayê heye
5 kanûn, 2023   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî derbasbûna 2 mehan di ser şerê Hemas û Îsraîlê yê li Xezayê de, Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku bi berdewamkirina şer re “senaryoyeke metirsîdartir” pêk were. 

Koordînatora Kar û Barên Mirovî ya NY`yê ya Filistînê Lynn Hastings hişyarî da ku ji dema şer dîsa dest pê kiriye di 1`ê Kanûnê de, operasyonên leşkerî yên Îsraîlê ber bi başûrê Xezayê ve firehtir bûne.

Lynn di daxuyaniyekê de got: “Ji ber vê bi deh hezaran filistînî ber bi herêmên ku berê zext li ser heye, koçber bûn. Bi bedbinî li xwarin, vexwarin, stargeh û ewlehiyê digerin.”

Lynn diyar kir ku li Xezayê tu ciheke ewle nemaye û got: “Em xemgîn in, ji ber ku şert û mercên pêwîst ji bo ku alîkarî bigihêjin Xezayê tune ne. Senaryoyeke metirsîdartir dike çêbe ku rêxistinên mirovî nikarin jê re bibin bersiv.”

Lynn da zanîn ku alîkariyên gihaştina Xezayê têrê nakin. Her wiha aşkera kir ku bi sotemeniya kêm, nikarin nexweşxaneyan û stasyon parzûkirina avê û kanalîzasyonê bixebitînin.

Wezareta Tendursitiyê ya Xezayê duşemê ragihandibû ku hejmara kuştiyan gihaştiye 15 hezar û 899 kesan.

(şx)