‛Vîna me xurt e û têkoşîna me heta pêkanîna armancên şehîdan berdewam e’

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbata şervanê YPG’ê Ciwan Zagros û gerîlayê HPG’ê Dilmav Efrîn û soza şopandina rêça şehîdan da.

9 nîsan, 2025   17:26
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên, endam û nûnreên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînên her du taxan sersaxî da malbata şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Ciwan Zagros (Yeşar Îbrahîm) ê ku di 1’ê Kanûna 2024’an de şehîd bûye. Her wiha şêniyan sersaxî da malbata gerîlayê HPG’ê şehîd Dilmav Efrîn (Xelîl Cuma) ê ku 6’ê Sibatê li Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li Qada Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat vedan.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û dûre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Misto axivî û diyar kir ku fedakariyên şehîd di oxira rizgarkirina welatan û avakirina siberojeke ronîdar de didin, cihî herî pîroz in.

Dayika şehîd Ciwan Zagros, Meryem Îbrahîm diyar kir u ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û wê rêça wî bidomîne û wiha got: "Em ji mirinê natirsin û hêza dagirkeriyê jî me natirsîne, vîna me xurt e û têkoşîna me heta pêkanîna armancên şehîdan dewam dike."

Dûre wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA