Şervanekî QSD’ê hat oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin

Şêniyên bajarê Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Salih Mehmûd El Bişo oxir kir û ji bo şehîd Ebdulhelîm El Ebdullah merasîmeke xiyabî li dar xist.

Şervanekî QSD’ê hat oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Şervanekî QSD’ê hat oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Şervanekî QSD’ê hat oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Şervanekî QSD’ê hat oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Şervanekî QSD’ê hat oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Şervanekî QSD’ê hat oxirkirin û merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
9 nîsan, 2025   16:47
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîs û gundewarê wî û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Salih Mehmûd El Bişo li goristana şehîdan a bajêr oxir kir. Şehîd Salih di 25'ê Çileya 2025'an de di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bû. Dûre jî merasîmeke xiyabî ji ji bo şervanê QSD'ê şehîd Ebdulhelîm El Ebdullah ê ku di 2'yê Çileya 2025'an de li Bendava Tişrînê şehîd bû, hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Hemîsê Xalid El Nayif axivî sersaxî da malbatên tevahî şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî malbatên herdu şehîdan û got: "Em sersaxiyê didin malbatên her du şehîdan. Ev her du şervan di oxira pêkanîna ewlehî, îstîqrar û jiyankirina aştiyane de canê xwe da."

Piştre Hevserokê Desteya Olî ya bajêr Mela Muitez got: "Em roj bi roj şehîdan oxir dikin û ji cîhanê re dibêjin ku dijmin nikarin bikevin xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em di rêya têkoşînê û fedakariyê de dewam dikin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin. Piştre cenazeyê şehîd Salih Mehmûd El Bişo bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.

(mh/fr)

ANHA