Li Reqa û Dêrazorê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4’ê Nîsanê), li kantonên Reqa û Dêrazorê çalakiyên curbecur ji zarokên şehîdan re hatin lidarxistin.

9 nîsan, 2025   17:42
REQA

Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê û ya kantona Dêrazorê, bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4'ê Nîsanê) çalakiyên curbecur organîze kirin.

Li Navenda Gerstêrka Zarokatiyê ya bajarê Reqayê pêşangeheke wêne, destkarî, peyker û dîdarên xwezayî ya keç û xortên şehîdan hat vekirin. Di pêşangehê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, Konfedraliya Rêxistinên Civaka Sivîl, keç û xortên şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) amade bûn.

Hevesroka Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatme Behboh deriyê pêşangehê vekir, dûre beşdaran li nav pêşangehê geriyan.

Li hola Eştar a bajarê Reqayê jî şahiyek bi heman boneyê hat lidarxistin. Di şahiyê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Kar û barên Civakî, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) amade bûn.

Di şahiyê de koma "Selsebîl El Furat" stranên ji folklora Reqayê pêşkêş kirin, her wiha koma zarokên navenda Gerstêrka Zarokatiyê jî stran pêşkêş kirin. Piştre zarokên şehîdan ên kantonên Efrîn û Şehba, Minbic û Reqayê hatin xelatkirin.

DÊRAZOR

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Besîra yê kantona Dêrazorê şahiyek ji zarokên şehîdan re li avahiya meclisê li dar xist.

Di şahiyê de malbatên şehîdan, zarok û hevjînên wan, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn.

Di serî de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Reşa El Mihemed rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelên cîhanê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Di dawiya şahiyê de diyarî li zarokên şehîdan hatin belavkirin.

Bi heman boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li yarîgeha Nadî Riyadî (Kluba Werzîşê) ya bajarokê Mihêmîde yê rojavayê kantona Dêrazorê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê însiyatîfek li dar xist û diyarî li zarokên şehîdan belav kirin.

Di çalakiyê de endamên meclisê, malbatên zarokan amade bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Felek El Osman diyar kir ku ev însiyatîfa wan di çarçoveya xebatên domdar ên destekdayîna zarokên şehîdan de, pêk hat.

(mh/fr)

ANHA