‘Vegera ewle ya bêyî dagirkeriyê mafê me ye, hikumeta veguhêz asteng dike’

Binpêkirinên li herêmên dagirkirî didomin û hikumeta veguhêz a Şamê jî vegera koçberan li gorî peymanên îmzekirî, berpirsyariya xwe dereng dixe. Koçberên ji Efrîn û Şehbayê got bi mafê xwe yê vegera ewle û derketina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve girêdayî ne.

‘Vegera ewle ya bêyî dagirkeriyê mafê me ye, hikumeta veguhêz asteng dike’
‘Vegera ewle ya bêyî dagirkeriyê mafê me ye, hikumeta veguhêz asteng dike’
‘Vegera ewle ya bêyî dagirkeriyê mafê me ye, hikumeta veguhêz asteng dike’
‘Vegera ewle ya bêyî dagirkeriyê mafê me ye, hikumeta veguhêz asteng dike’
‘Vegera ewle ya bêyî dagirkeriyê mafê me ye, hikumeta veguhêz asteng dike’
‘Vegera ewle ya bêyî dagirkeriyê mafê me ye, hikumeta veguhêz asteng dike’
‘Vegera ewle ya bêyî dagirkeriyê mafê me ye, hikumeta veguhêz asteng dike’
12 tîrmeh, 2025   06:45
TEBQA

Bi hezaran koçberên ji Efrîn û Şehbayê piştî ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûn, li bajarê Tebqayê di navendên demkî de hatine bicihkirin. Ew di nava şert û mercên dijwar û nebûna xizmetguzariyên bingehîn de zehmetiyan dikêşin. 

Koçber piştrast dikin ku tiştê wan bi sebir dike, ewlehî û rûmeta wan e ku wan li herêmên Rêveberiya Xweser dîtine.

Esed El Umer ku koçberî kantona Tebqayê bûye, diyar dike ku ew di bin bombebaranên rasterast de du caran koçber bûne, niha jî di konan de dijîn ku wan ji germ û sermayê naparêze.

El Umer diyar kir ku ew vegereke ewle û mîsogerkirî dixwazin û wiha got: “Em naxwazin binpêkirin li dijî me werin kirin, wekî ku niha li xelkê me yê li Efrîn û Şehbayê tê kirin. Niha li wir revandin û girtin dewam dikin, heta malên wan jî didizin.”

Her wiha metirsiya mezin ku El Umer dibîne jî ew e ku zarokên wan ev 8 sal e bê xwendin mane, nifşekî bi temamî ji vê koçberiyê zirar dît.

Li gorî El Umer hikumeta veguhêz nûnertiya hemû sûriyeyiyan nake û daxwaz ji hikumetê dike ku ew berpirsyariyên xwe bi cihe bîne û vegera wan ya birûmet garantî bike.

Asya Şêxo jî ku yek ji koçberên ji Şehbayê ye, anî ziman ku jiyana koçberiyê dijwar e, lê ew bi hêvî ne. Asyayê piştirast kir ku ew Efrînê ji bîr nakin û dixwazin bi aştî û ewle vegerin malên xwe.

Fatima Hesen jî tekez kir ku her kes êşa koçberan nas nake û wiha got: "Toz, germahî û xirabûna rewşa tenduristiyê rastiyeke rojane ye, lê em tehemul dikin, ji ber ku me li vir ewlehî dîtiye û ev tiştê herî girîng e ku me li wir winda kiriye. Em ji bo lêgerîna rûmetê ji malên xwe hatin koçberkirin û em bang li cîhanê dikin ku ji bo vegera me ya ewle alîkarê me bin."

Fatimayê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku binpêkirin berdewam bikin, em nikarin vegerin. Em daxwaza derketina çeteyan û dabînkirina parastinê dikin da ku em bi rûmet vegerin malên xwe.”

(ac)

ANHA