Şêniyên Qamişloyê: Hêviya me ya herî mezin dîtina Rêber Apo ye

Şêniyên Qamişlo diyar kir ku hêviya wan a herî  mezin ew e ku Rêber Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin.

Şêniyên Qamişloyê: Hêviya me ya herî mezin dîtina Rêber Apo ye
12 tîrmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) kampanyaya bi navê “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” dabû destpêkirin. Gelê Kurd, hêzên demokratîk û gelek pêşengên civakê bi çalakiyan beşdarî vê kampanyayê dibin. 

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî sazî û welatî tev li kampanyayê bûne. Girêdayî vê mijarê şêniyên Qamişloyê yê kantona Cizîrê nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiya bi navê Hindirîn Selîm got: “Em jin pir bi kelecan in ku em Rêber Apo bibînin. Tevahî cîhan îro dixwaze Rêber Apo azad bibe. Beriya mezinan dîtina Rêber Apo bûye xewna zarokan.”

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ebdo jî diyar kir ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a hest û morala wan bilintir bûye. Ebdo da zanîn ku wî cara yekemîn sala 1994’an Rêber Ocalan dîtiye û dîsa dixwaze bibîne.

Ebdulkerîm Ebdo got: “Dema ku em bi Rêber Apo re rûniştin û li sekn û axaftina wî dinêrî, me jê hêz digirt. Nêrînên wî bawerî dida me. Xwestek û hêviya min heye ku careke din ez Rêber Apo bibînim. Kesên ku Rêber Apo dîtibin xwedî şansekî mezin in. Kesayetekî fermandar, siyasetmedar û rewşenbîrekî hêja ye.”

Foziya Hiso jî anî ziman ku gelek kesên ji welatên cuda xwest hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Foziyayê got: “Piştî banga Rêber Apo tevayî cîhanê xwest fikir û felsefeya Rêber Apo nas bike û hevdîtinê pê re bike. Lê me beriya her kesî ramanên Rêber Apo nas kirin û her tim em ê li ser vê yekê berxwedan û têkoşînê bimeşînin heta em Rêber Apo azad bibînin.”

Foziya Hiso di dawiyê de wiha got: “Ez jî wek jineke Kurd rastî ji min re cihê şanaziyê ye ku ez Rêber Abdullah Ocalan bibînim û heya rojek ji temenê min mabe ez ê hewl bidim wî bibînim.”

ANHA