Hevserokê KNK’ê: Divê li hemû parçeyan yek helwest hebe

Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamus, destnîşan kir ku bangên Rêber Apo û sekna gerîla gelekî watedar e û got ku ji bo serkeftina pêvajoyê pêwîste li hemû parçeyên Kurdistanê yekrêzî û yek helwest hebe.

Hevserokê KNK’ê: Divê li hemû parçeyan yek helwest hebe
12 tîrmeh, 2025   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus derbarê banga dîrokî ya Rêber Apo, daxuyaniyên KCK, helwesta gerîlayên Kurdistanê û nêzîkahiyên hêzên Kurd de ji ANHA’yê re axivî. 

Karamus diyar kir ku banga Rêber Apo gelekî girîng dibînin û got: “Cara yekem e ku Serokekî Kurdan di zindanên dijmin de, li gel rêhevalên xwe daxuyaniyeke bi vî rengî dide. Di dîroka Kurdistanê de hemû rêberên Kurdan an hatine îdamkirin an jî hatine kuştin. Banga Birêz Ocalan ne tenê di nava Kurdan de, qada navnetewî de jî deng veda, dewletên weke Emerîka, Îngiltere, Firansa û Almanya daxuyaniyên erênî dan. Birêz Ocalan bi vê yekê dixwaze ji pirsgirêk Kurd re bi rêbazên siyasî çareseriyekê peyda bike. Hewldanên Birêz Ocalan ji sala 1993`yan ve didomin û her gotiye ku li muxatabekê digere. Niha jî Birêz Ocalan bi banga 27’ê Sibatê gaveke din di avêje.”

Karamus bibîr xist ku PKK`ê biryar girtiye ku dawî li şerê çekdarî bîne. Ev helwesta gêrîla nîşan dide ku ev pêvajo bi awayekî teslîmbûnê nîn e. Ev samîmiyeteke û dirûstiyê nîşan dide. Lewma em helwesta hêzên gêrîla gelekî pîroz dibînin û piştgiriyê didin.”

Ahmet Karamus anî ziman ku KNK ji roja destpêkê ve piştgiriya bangewaziyên Rêber Apo dike û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan ku li gel rêhevalên xwe li girava Îmraliyê daxuyanî dabû, bi awayekî zelal dibêje derbasî qonaxa duyem dibin. Em viya wekî ku li gel rayedarên dewletê mutabaqatek heye şîrove dikin. Hêzên Kurd jî sedî sed li gorî wê tevdigerin û bi cih tînin.”

Karamûs got ku heta niha dewleta Tirk tu cidiyetek nîşan nedaye û wiha got: “Bawerî û helwestê nîşan nade. Yanî di baweriya min de li gorî mutabaqatê dihat hêvîkirin ku di bin sîwana parlementoya Tirkiyeyê de komisyon bihatana avakirin. Pêwîst e hin yasayên ku karibin astengiyê li pêşiya çareseriya pirgirêka Kurd ji holê rakin werin derxistin. Di vî warî de tu amadebûneke cidî tune ye. Di meseleya demokrasiyê yanî avakirina civakeke demokratîk de jî Tirkiye gav ne avêtine. Li hemberî muxalefetê zext û pêkutî zêde dibin.

Diyar ke ku Tirkiye di mijara demokrasiyê de ne amadeye. Demokrasî nayê kirîn û firotin , norm û pîvanên demokrasî hene, Yanî zemîna ku her kes dikare fikra xwe bi awayekî azad bîne ziman û xwe rêxistin bike heye. Pêwîste astenî werin rakirin û yasa werin derxistin da ku zemîna demokrasiyê çêbibe.” 

Karamûs bal kişand ku ev pêvajoyek dîrokî ye, lewma divê hemû hêzên Kurd destek bidin û wiha dawî li gotinên xwe anîn: “Em weke KNK piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Bangewaziya Birêz Ocalan dîrokî ye. Pêwîste li Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê herkes tevlî vê pêvajoyê bibe da ku em karibin çareseriyê peyda bikin. Divê em destê diyalog û çareseriyê xurt bikin.

Tevgera Kurd li 3 parçeyên Kurdistanê di pêvajoyeke  danûstandinan de ye, metirsî jî hene. Lewma pêwîste li hemû beşên Kurdistanê ji bo çareseriya mayinde tevgerkirin çêbibe, mijarên bîrzodî deynin aliyekê, li ser yekrêzî û yek helwestê tevbigerin.”