Vance: Îranê soz da herikîna petrolê di Hurmuzê re hêsan bike

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance got ku Îranê soz daye herikîna petrol û gazê di Tengava Hurmuzê re hêsan bike.

Vance: Îranê soz da herikîna petrolê di Hurmuzê re hêsan bike
8 tebax, 2026   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance got ku Îranê agahî daye Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku ew amade ye rê bide herikîna herî zêde ya petrol û gazê di Tengava Hurmuzê re. Vance anî ziman ku Washington dê pabendbûna vê sozê kontrol bike berî ku baweriya xwe pê bîne.

Li gorî nûçeya Reuters’ê, Vance diyar kir ku rêveberiya Amerîkayê li ser planekê dixebite da ku derbasbûna ewle ya keştiyan di tengavê re misoger bike.

Vance hişyarî da ku krîz wekî tiştekî qediyayî neyê dîtin û diyar kir ku Washington li bendê ye ku herikîna petrol û gazê ji Kendavê bi astên ku beriya aloziyê bûn berdewam bike.

Daxuyaniyên Vance bi hevdîtinên Îran-Omanê yên li ser rêya keştivaniyê di Tengava Hurmuzê re hevdem bûn, lê nakokiyên têkildarî şertên jinûve tevgera derbasbûnê bi awayekî temamî dewam dikin.

(f)