Panorama hefteyê: Guhertinên li Sûriyeyê û ji nû ve avakirina hevsengiyên herêmî

Dosyayên Sûriye, Filistîn, Îran û Lubnanê her ku diçin zêdetir bi hev ve girêdayî dibin û hevsengiya hêzê diguherînin. Di heman demê de, fikarên li ser ewlehiya Kendavê, Tengava Hurmuzê û enerjiyê zêde dibin

Panorama hefteyê: Guhertinên li Sûriyeyê û ji nû ve avakirina hevsengiyên herêmî
9 tebax, 2026   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de behsa pêşdeçûnên li Sûriyeyê, guhertinên di hevsengiyên hêzên herêmî de, li kêlek bandorên aloziya Îranê li ser Lubnan û Kendavê, kir.

‛SÛRIYE DI NAVA ANALÎZÊN SIYASÎ DE’

Rojnameya El Erebiye El Cedîd di raporên xwe de bal kişand ser veguherînên di nav saziyên hikumeta Suryeyê a veguhêz û pêvajoyên ji nû ve avakirina jiyana û diyar kir ku "dijwarî êdî ne tenê bi ewlehiyê ve girêdayî ye, lê di heman demê de sazî û siyasî ye jî." Her wiha pêşketinên li başûrê Sûriyeyê û pirsgirêkên aborî jî nirxandin û destnîşan kir ku serkeftina qonaxa pêşde bi saziyan ve girêdayî ye ku baweriya gel vegerînin û hebûna dewletê xurt bikin.

Bi heman awayî, rojnameya Şerq El Ewset pêşketinên Sûriyeyê bi pirsgirêkên Filistînî û Îranê ve girê da û destnîşan kir ku ev mijar di nav dîmeneke herêmî ya girêdayî de diqewimin. Di heman demê de rojnameya El Qudis El Erebî bandorên şerê li Xezayê li ser qada Sûriyeyê lêkolîn kir û bandora berdewam a pêşketinên herêmî li ser pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên di hundurê Sûriyeyê de destnîşan kir.

 ‛JI NÛ VE BELAVKIRINA BANDORÊ LI HERÊMÊ’

Rojnameya El Ereb a Londonê ji bo analîzkirina hevsengiyên hêza herêmî cîh veqetand û diyar kir ku Rojhilata Navîn hêdî hêdî ji qonaxa rêveberiya krîzê ber bi qonaxa ji nû ve belavkirina bandorê ve diçe. Rojnameyê destnîşan kir ku manevrayên dîplomatîk ên bilez têgihîştineke mezin di nav hêzên herêmî de nîşan didin ku pevçûnên leşkerî yên berdewam aramiya herêmî tehdît dikin.

Rojnameya Independent Arabia jî bal kişand ser bandora guhertinên herêmî li ser rewşên li Sûriyeyê, Lubnan û Iraqê. Rojnameyê da zanîn ku ev pêşdeçûnên heyî nikarin ji ji nû ve xêzkirina nexşeyên serweriyê werin cudakirin û pêşbirk ne tenê leşkerî ye êdî siyasî û aboriyê jî, bi taybet li gel girîngiya navneteweyî bi enerjî, ewlehî û korîdorên bazirganiyê.

EWLEKARIYA LUBNAN Û KENDAVÊ DI BIN BANDORA RAGEŞIYÊ DE YE

Rojnameya El Nehar bal kişand ser siberoja Hizbullah û çekên wê û ev dosya bi guhertinên herêmî û şerê bi Îranê ve girê da, hemwextî şopandina bandorên aloziyê li ser Tengava Hurmzu, ewlehiya enerjî û tevgera deryavaniyê.

Rojnameya Independent Arabia jî nêzîkatiyek analîtîk pejirand ku şerê li Xezayê bi rûbirûbûna bi Îranê re girê dide. Rojnameyê encama stratejîk a ku wekî "serkeftinek karesatbar" bi nav kir pirsî û encamên şeran bi awayekî şîrove kir ku ji hesabên leşkerî yên tavilê derbas dibe da ku bandorên wan ên siyasî û herêmî binirxîne.

Medyaya Siûdî jî bal kişand ser ewlehiya Kendavê û bandora bilindbûna rewşê li ser aramiya herêmî, bi taybetî giranî da ser Tengava Hurmuz, ewlehiya enerjiyê û îhtîmalên berfirehbûna pevçûnê.

(f)