Zarokên pêncber ku bûne hevalên hev ên pêşxistina zimanê kurdî

Zarokên bi navên Mehmûd, Salim, Mihemed, Darîn û Arîn ku sala 2018’an di berekê de hatine dinê, bûne hevalên hev ên pêşxistina zimanê kurdî û dixwazin xwendina xwe bi zimanê kurdî bidomînin.

Zarokên pêncber ku bûne hevalên hev ên pêşxistina zimanê kurdî
Zarokên pêncber ku bûne hevalên hev ên pêşxistina zimanê kurdî
Zarokên pêncber ku bûne hevalên hev ên pêşxistina zimanê kurdî
Zarokên pêncber ku bûne hevalên hev ên pêşxistina zimanê kurdî
Zarokên pêncber ku bûne hevalên hev ên pêşxistina zimanê kurdî
Zarokên pêncber ku bûne hevalên hev ên pêşxistina zimanê kurdî
Zarokên pêncber ku bûne hevalên hev ên pêşxistina zimanê kurdî
Zarokên pêncber ku bûne hevalên hev ên pêşxistina zimanê kurdî
9 tebax, 2026   06:57
QAMIŞLO

Di demekê de ku li Sûriyeyê û Rojava perwerdeya bi zimanê kurdî di nîqaşê de ye, malbatên Kurd û zarokên wan dixwazin perwerdeya bi zimanê xwe bidomînin û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. 

Yek ji van malbatan jî malbata zarokên pêcber ên bi navên Mehmûd, Salim, Mihemed, Darîn û Arîn e. Her pênc zarok bi hev re diçin dibistanê û zimanê xwe fêr dibin.

Her pênc zarok 15’ê Cotmeha 2018’an ji dayik bûne. Dayika zarokan Hena Elî dibêje ew dixwaze zarokên wê bi zimanê xwe bixwînin, çawa ku mafê her gelî heye bi zimanê xwe bixwîne, mafê wan jî heye ku zarokên wan bi zimanê xwe bixwînin û fêr bibin.

Zarok niha di refa 2’yemîn de dixwînin. Li bendê ne ku sala nû ya xwendinê, di refa 3’yemîn de bi zimanê xwe bixwînin.

Her pênc zarok bi xwişka xwe ya mezin Larîn û hevalên xwe re, her roj kom dibin, dersên xwe dixwînin, pirtûk û helbestên bi kurdî dixwînin û zimanê xwe bi pêş dixin. Bi kelecaneke mezin li benda vebûna dibistanê ne.

(bî)

ANHA