Urdun: 2 çekdar li ser sînorê Sûriyeyê hatin kuştin

Artêşa Urdunê eşkere kir ku 2 çekdar di dema hewildana derbasbûnê ji Sûriyê bi awayekî qaçax bo Urdinê hatin kuştin. Ev yek di demekê de tê ku tedbîrên tund ên li dijî qaçaxçiyan û derbasbûna ji welat dewam dike.

Urdun: 2 çekdar li ser sînorê Sûriyeyê hatin kuştin
2 tebax, 2025   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Urdunê eşkere kir ku 2 çekdar dema ku hewildidan bi qaçaxtî ji Sûriyê derbasî Urdinê bibin hatin kuştin.

Artêşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên Pasvanên Sînor ên li herêma leşkerî ya Rojhilat karîn hewldana komeke çekdar a ji bo derbasbûna neqanûnî asteng bikin.

Li gorî daxuyaniyê piştî ku cihê çekdaran hate naskirin şer û pevçûn rû da, di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û yê mayî jî vegeriyan nava Sûriyeyê.

Bi salan e ku artêşa Urdunê li ser sînorên xwe yên bakur û rojhilat, nemaze bi Sûriyeyê re, tedbîrên hişk digire, ji ber zêdebûna hewldanên derbasbûna neqanûnî û qaçaxçîtiyê, di nav de çek û madeyên hişber.

Hêzên Çekdar ên Urdunê pergalên çavdêriya şevê û dewriyeyên çekdarî zêde kirine, da ku hewldanên qaçaxçîtiya mîqdarên mezin ên narkotîkê têk bibin.

(ac/şx)