Urdinê qaçaxçîtiya hişbirê ya bi rêya dronekê ji Sûriyeyê ve têk bir

Fermandariya hêzên çekdar ên Urdinê ragihand ku hêzên wan hewldana qaçaxçîtiya hişbirê ya bi rêya dronekê ku ji Sûriyeyê ve derketibû, têk bir.

Urdinê qaçaxçîtiya hişbirê ya bi rêya dronekê ji Sûriyeyê ve têk bir
3 adar, 2025   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên Urdinê da zanîn ku hêzên wan ên leşkerî droneke ku bi hişbirê hatibû dagirtin û ji Sûriyeyê ve dihat, xistin xwarê.

Kanaleke Urdinê ku agahiyên xwe dispêre berpirsekî fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Urdinê diyar kir ku hêzên nobedarên sînor ên li herêma leşkerî ya başûr bi hevkariya saziyên ewlehiya leşkerî û rêveberiya têkoşîna dijî hişbirê hewldaneke qaçaxçîtiya hişbirê ya bi rêya dronekê têk bir.

(mh/fr)