Di teqînên li Dêrazor û Laziqiyê de 6 kes hatin qetilkirin

Li gundewarê Dêrazor û Laziqiyê teqîn çêbûn, di encamê de 6 kes hatin qetilkirin.

Di teqînên li Dêrazor û Laziqiyê de 6 kes hatin qetilkirin
3 adar, 2025   21:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SANA ya desthilata Şamê, di teqîna li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de 3 kes hatin qetilkirin û 20 kes jî birînda bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku erebeyeke cebilxaneyê li nêzî stasyoneke sotemeniyê teqiya, di encamê de stêra mazotê li Çerxerêya Sukeriyê ya li Bokemal a li sinorî Sûriye -Iraqê jî teqiya.

SANA’yê bi bîr xist ku

Li herêma çiyayên Kibênê yên rojhilatê gundewarê Laziqiyê jî mayîneke ji berhemên şer bi erebeyekê de teqiya, di encamê de 3 kes hatin qetilkirin û 2 kes birîndar bûn.

(fr)