Li Tebqayê pêşangeheke wêneyan hat vekirin

Navenda Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê têkildarî azadiya jinan, têkoşîn û hebûna wan pêşangehek vekir.

Li Tebqayê pêşangeheke wêneyan hat vekirin
Li Tebqayê pêşangeheke wêneyan hat vekirin
Li Tebqayê pêşangeheke wêneyan hat vekirin
Li Tebqayê pêşangeheke wêneyan hat vekirin
Li Tebqayê pêşangeheke wêneyan hat vekirin
Li Tebqayê pêşangeheke wêneyan hat vekirin
Li Tebqayê pêşangeheke wêneyan hat vekirin
Li Tebqayê pêşangeheke wêneyan hat vekirin
Li Tebqayê pêşangeheke wêneyan hat vekirin
3 adar, 2025   19:00
TEBQA

Navenda Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê tabloyên hunerî yên 5 şêwekaran li pêşiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Tebqayê di pêşangehekê de pêşkêş kirin. Di pêşangehê de bi dehan jinên herêmê, nûnerên meclis, deste û nivîsgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê beşdar bûn.

Ji tabloyên balkêş ên pêşangehê wêneyên şehîd Kerem El Hemed û şehîd Seydo Qamişlo bûn. Ew her du li Bendava Tişrînê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Di tabloyeke din de jî kulîlkek di devê tifingê de şîn dibe. Ew yek, tevî rewşên dijwar nûnertiya hêviyê dike. Her wiha di tabloyeke din jî 2 kes û li pişt wan Bendava Tişrînê heye. Di vê tabloyê de xwezaya derdora bendavê û cilên gelêrî tên nîşandan.

Tabloyeke din jî, jinek tevî kevokeke spî hatiye xêzkirin û kevok dûr divire. Kevok nîşaneya aştî û azadiyê ye, lê li ser rûyê jinê hestên xemgîniyê diyar dibin. Tabloyên din jî têkoşîna jinan a di dirêjahiya serdeman de wêneyên kulîlkan ên ku nîşaneya jiyan, hêvî û nûkirinê dide, hene.

(mh/fr)

ANHA