Urdin: Balafirên me beşdarî êrişên Amerîkayê nebûn

Çavkaniyekî leşkerî di Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Urdinê de diyar kir ku balafirên wan di êrişa hewayî ya ku hêzên asîmanî yên Amerîkayê li xaka Iraqê pêk anîne de beşdar nebûn.

Urdin: Balafirên me beşdarî êrişên Amerîkayê nebûn
3 sibat, 2024   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Betra ya Urdinê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyê leşkerî, raporên çapemeniyê yên vê sibehê li ser beşdariya balafirên Urdinê di êrişên balafirên Amerîkayê li Iraqê de hatine belavkirin, ne rast in.

Çavkanî anî ziman ku hêzên çekdar ên Urdinê-artêşa Erebî rêzê ji serweriya Iraqê re digire û di navbera Urdin û dewletên Erebî de têkiliyên biratiyê yên kûr hene.

Berbanga îro CENTCOMˊê daxuyand ku zêdetirî 85 êriş li dijî Feyleq El Quds û komên alîgirên wê yên li Sûriye û Iraqê pêk anîne.

(fr)