UNRWA: 810 hezar kes ji Refehê koçber bûne

UNRWA’yê ragihand ku hejmara filistîniyên ji Refehê ya Filistînê koçber bûne, 810 hezarî derbas kiriye.

UNRWA: 810 hezar kes ji Refehê koçber bûne
20 gulan, 2024   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînê (UNRWA) ragihand ku di 2 hefteyên borî de, piştî ku artêşa Îsraîlê fermana tehlîyekirinê da, zêdetirî 810 hezar filistînî ji Refehê ya li başûrê Xezayê derketine.

UNRWA’yê li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Her cara ku malbat derbider dibûn, jiyana wan rastî xetereyeke mezin tê, xelk ji bo ku li cihekî ewle bigere, neçar dimîne her tiştî li pey xwe bihêle. Lê herêmeke ewle nîn e.”

(bb)