Îlham Ehmed: Paşguhkirina rola jinan aloziyê dirêjtir dike

Îlham Ehmed got yek ji sedemên binkeftina çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê, paşguhkirina rola jinan a di biryaran de ye û ev yek aloziya heyî dirêjtir dike.

Îlham Ehmed: Paşguhkirina rola jinan aloziyê dirêjtir dike
20 gulan 2024   15:19
HELEB

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di 2`yemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê de rewşa siyasî nirxand. Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew bi mereq li benda nîqaş û nêrînên nûnerên di kongreyê de ne.

Îlham Ehmed di nirxandina xwe de behsa pêvajoyên girîng ên aloziya Sûriyeyê kir û diyar kir ku aliyên Sûriyeyê berpirsên dirêjkirina temenê aloziyê ne, ji ber ku heta niha çareseriyeke demokratîk pêşkêş nekiriye.

Îlhamê îşaret bi civînên der barê aloziyê de kir û got: "Aliyên navneteweyî yên ku roleke sereke di kûrkirina aloziyê de dilîzin, yek ji sedemên neçareserkirna aloziyê ne. Her wiha aliyên sûriyeyî jî û rola jinên sûriyeyî hem ji aliyê hikumeta Şamê, hem jî ji aiyê opozîsyonê ve hatin paşguhkirin."

Her wiha Îlham Ehmed destnîşan kir ku aloziyeke civakî, aborî, siyasî û çandî heye û saziyên ewlehiyê hîna Sûriyeyê kontrol dikin û jin ji navendên biryaran tên dûrxistin, ji ber wê hebûna jinan di navendên wiha de gelekî girîng û çarenûsî ye.

Di dawiyê de Îlhamê got divê jin, kar û xebatê bikim ji bo ku cihê xwe di navendên biryaran de bigirin û got: “Heke bi rastî em bixwazin rewşa Sûriyeyê biguherînin, divê em rola xwe bi xurtî bilîzin. Di salên borî de gelek jin di civaka sivîl de çalak bûn. Lê belê ev nayê wateya cudakirina siyasetê berovajî wê, divê rola jinan di tevahî qadan de bê aktîfkirin."

(şx)

ANHA