Siyasetmedaran biryarên dewletaTirk şermezar kirin

Siyasetmedarên li kantona Minbic û kantona Efrîn û Şehbayê biryarên desthilata Tirk ên li dijî girtiyên ‘Doza Kobanê’ şermezar kirin.

Siyasetmedaran biryarên dewletaTirk şermezar kirin
Siyasetmedaran biryarên dewletaTirk şermezar kirin
20 gulan, 2024   15:50
MINBIC

Siyasetmedarên li kantona Minbic û kantona Efrîn û Şehbayê bi 2 daxuyaniyên cuda biryarên desthilata Tirk ên li dijî girtiyên ‘Doza Kobanê’ şermezar kirin.

Seroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Asya Hisên li  Stada Beledî ya Minbicê û daxuyaniya li Şehbayê jî, ji aliyê endamê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Siyabend Faqî û endamê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Bêrîvan Elî ve li pêşiya Parka 4`ê Nîsanê ya li bajarokê Ehdasê hatin xwendin.

Siyasetmedaran di daxuyaniyan de biryarên li dijî girtiyên ‘Doza Kobanê’ şermezar kirin û piştgiriya xwe bi wan re rave kir û diyar kir ku biryarên desthilata Tirk li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne.

Her wiha bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar hate kirin ku fişarê li desthilata Tirk bikin û biryarên li dijî siyasetmedaran rawestînin û girtiyan serbest berdin.

(şx)

Minbic 

Şehba