UNIFIL: Zêdetirî 50 êriş li ser hêzên me hatine kirin

Berdevkê UNIFILˈê ragihand ku  zêdetirî 50 êriş li ser hêzên wan ên li Lubnanê hatine kirin. Malperên lubnanî jî dane zanîn ku di êrişên Îsraîlê de 3 kes mirine.

UNIFIL: Zêdetirî 50 êriş li ser hêzên me hatine kirin
31 cotmeh, 2024   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hêzên Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) yên li başûrê Lubnanê  Andrea Tenenti got, di vê Cotmehê de zêdetirî 50 êriş li ser hêzên wan hatine kirin.

Berdevk diyar kir ku di êrişên duh bi şev a li dijî bajarokê Çiya de avahiya yekitiya şaredariyên herêma El Tefah wêran bûye.

5 KUŞTÎ Û 11 BIRÎNDAR

Ajansê ragihand ku di êrişa duh bi şev a bi balafirên şer a li dijî bajarokê Dêr El Zehranî yê Nebetiye de 3 kes mirin û malek wêran bûye.

Li gorî ajansê, li gundên beşên rojava û navîn, aramiyeke baldar heye û balafirên keşfê li asîmanê gundên sînor ên li tixumên Xeta Şîn heta nêzî bajarê Sûrê û berava deryayî digerin.

Ajansê da zanîn ku  "êrişên Îsraîlê yên li dijî gundên navçeyên Sûrê û Bint Cibêl heta vê sibê dewam kirine. Balafirên şer li têketina bajarokê Mereke li nêzî nexweşxaneya Cebel Amil bombebaran kirin û di encamê de malek wêran bû, 2 kes şehîd bûn û 11 kes jî birîndar bûn".

 (şx/bb)