UNIFIL di nîvê 2027ˊan de hêza xwe ji başûrê Lubnanê vedikişîne

Hêza Demkî ya NYˊyê li Lubnanê (UNIFIL) plan dike ku heta nîvê sala 2027'an hêzên xwe ji başûrê Lubnanê vekişîne.

UNIFIL di nîvê 2027ˊan de hêza xwe ji başûrê Lubnanê vedikişîne
10 sibat, 2026   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel bidawîbûna dema mandata NYˊyê, hêza demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL) ragihand ku ew ê tevahî endamên xwe di nîvê sala 2027ˊan de ji başûrê Lubnanê bikişîne.

Berdevka hêzê Candice Ardell diyar kir ku Konseya Ewlekariyê di 28'ê Tebaxa 2025'an de biryar da ku mandata UNIFIL'ê heta 31'ê Kanûna 2026'an ji bo cara dawî dirêj bike, piştî vê yekê di nav salekê de pêvajoyek kêmkirin û vekişînê ya hevrêz û ewledar wê dest pê bike.

Candice Ardell daxuyand ku piştî temamkirina operasyonên xwe, wê hêz dest bi vekişîna karmend, alavan û veguheztina cihan bo rayedarên Lubnanî bike, di heman demê de wê erkên sînorkirî bigire ser xwe, di nav de parastina karmend û milkên NY û piştgirîkirina derketina ewle ya karmend û alavan.

Niha nêzîkî 7 hezar û 500 leşkerên ji 48 welatan di UNIFIL de hene, piştî ku di mehên dawî de hejmara wan bi qasî 2 hezar leşkeran kêm bû, biryar e ku heta Gulana bê 200 leşkerên din jî ji wir derkevin.

UNIFIL ji sala 1978'an vir ve li başûrê Lubnanê hatiye belavkirin, wekî hêzek tamponê di navbera Lubnan û Îsraîlê de tev digere.

(ac/fr)

ANHA