Li rojavayê Dêrazorê teqîn, 3 kes mirin

Di teqîna mayînekê bi erebeyekê de li gundewarê rojavayê Dêrazorê de jê 2 zarok 3 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Li rojavayê Dêrazorê teqîn, 3 kes mirin
10 sibat, 2026   16:37
DÊRAZOR

Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku dema erebeyek li nêzî gundê Qesîbe yê gundewarê rojavayê Dêrazorê re derbas dibe mayînek pê de diteqe, di encamê de Ehmed El Mehmûd El Meşahide, keça wî û kurê wê Xalid El Mehmûd El Meşahide dimirin. Ew ji gundê Zixêr Şamiyê ne. Li kêleka wan 3 kesên dimirin, 8 kes jî birîdnar dibin.

Li gundewarê Dêrazorê bûyerên wan ên ji ber bermahiyên şer û mayînan dubare dibin, ev jî gefan li jiyana welatiyan dixweî nexasim herêm çandiniî ye û rê neziftkirî ne.

(fr)