UNICEF: Li Xezayê rojane 28 zarok têne kuştin

UNICEF`ê da zanîn ku rojane 28 zarok li Xezayê jiyana xwe ji dest didin. Di êrişên hewayî yên dawîn ên Îsraîlê yên li ser Xezayê de herî kêm 9 kes hatin kuştin.

UNICEF: Li Xezayê rojane 28 zarok têne kuştin
5 tebax, 2025   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro sêşemê, di encama êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê de, herî kêm 9 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê ragihand ku di êrişeke li ser konekî koçberan ê li kampa Atiyaf a li rojavayê Xan Yunisê de 5 kes hatin kuştin. Her wiha di topbarana li ser devera bakurê kampa Nuseyrat a li navenda Xezayê de jinek û birayê wê hatin kuştin.

Li bakurê Xezayê jî di encama êrişeke li ser derdora devera Şêx Redwan de çend sivîl birîndar bûn. Navenda Tenduristiyê ya El Şîfa ragihand ku di êrişeke li ser avahiyeke li bakurê rojavayê Xezayê de 2 kes hatine kuştin.

Der barê rewşa li Xezayê de Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li Xezayê rojane 28 zarok ji ber bombebaran, kêmbûna xwarinê û birçîbûnê têne kuştin. UNICEF`ê ji bo parastina zarokan banga agirbestê kir.

(k)