Artêşa Rûsyayê bajarokekî Ukraynayê kontrol kir

Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarokekî din li herêma Dinibir Obiterofsk a Ukraynayê kontrol kiriye.

Artêşa Rûsyayê bajarokekî Ukraynayê kontrol kir
5 tebax, 2025   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarokê Sîşeif ê herêma Dinibir Obiterofsk a Ukraynayê kontrol kiriye. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê der barê mijarê de li ser Telegramê agahî dan. Wezaretê diyar ku “Artêşa Rûsyayê di encama tevgera xwe ya çalak de bajarokê Yanfar Skoy (Şîşeif) rizgar kiriye”.

Wezreta Parastinê ya Rûsyayê her wiha da diyarkirin ku Tugaya Tola a artêşa wan êrişeke wêrankar li navenda Fermandariya Hêzên Ukraynayê ya li herêma Somî ya li bakurê welat pêk aniye. Di encamê de navenda leşkerî bi temamî hatiye rûxandin.

(dc)