UNEP: Salane nêzî 9 milyon kes ji ber qirêjiyê dimirin

Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) destnîşan kir ku ji ber qirêjiyê salane nêzî 9 milyon kes dimirin.

UNEP: Salane nêzî 9 milyon kes ji ber qirêjiyê dimirin
5 tîrmeh, 2025   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) di raporekê de aşkera kir ku ji ber qirêjiyê salane 9 milyon kes dimirin.

Li gorî raporê, zêdebûna hilberîna plastîkan, madeyên kîmyewî û çavkaniyên derxistinê encamên çalakiya mirovan in. Her wiha kêmasiyên di polîtîkayên neteweyî û navneteweyî de, qelsiya pêşîlêgirtin û çavdêriyê, wek sedemên sereke yên zêdekirina vê aloziyê hatin destnîşankirin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji bo pêkanîna armanca "sifir gemar" pêdivî bi rêvebirineke bibandor a gemarên sereke, wekî plastîk, gemarên organîk (POPS), nîtrojena reaktîf, ava qirêjî, bermahiyên hişk û hwd heye.

(bb)