Umêd Beroşkî hat berdan

Rojnamevan Umêd Beroşkî piştî ku girtina 12 saetan, bi kefalet hat berdan.

Umêd Beroşkî hat berdan
22 sibat, 2024   23:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û çalakvan Umêd Beroşkî ku îro di serdegirtina mala wî de ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hat girtin, piştî ku 12 saetan di bin çavan de ma, kêliyek beriya niha bi kefalet hate berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro di saetên sibehê de hêzên çekdarên PDK’ê bi ser mala rojnamevan Umêd Beroşkî de girtin û ew girtin.

Binçavkirina rojnamevan Beroşkî ya ji aliyê çekdarên PDK’ê ve ji aliyê sazî û rêkxistinên civaka sivîl, rêkxistinên rojnamevanan ve li rastî bertekek tund hat.