PDK’ê hêzeke mezin li Amêdiyê bi cih kir

PDK’ê îro li ser navê Hêzên Parêzvanên Sînor ên Iraqê li devera Amêdiyê ya dikeve sînorê Bakurê Kurdistanê hêzeke xwe bi cih kir.

PDK’ê hêzeke mezin li Amêdiyê bi cih kir
22 sibat 2024   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

PDK’ê li ser navê Hêzên Parêzvanên Sînor ên Iraqê li devera Amêdiyê ya dikeve sînorê Bakurê Kurdistanê hêzeke xwe bi cih kir. KCK’ê jî der barê plana nû ya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê de ku dixwaze Iraqê jî bikişîne nava vê planê bang li hêzên Başûr û desthilatdariya Iraqê kir û ew hişyar kirin.

Hevkarê eşkere yê li dijî tevgera azadiya Kurdistanê ku li rex dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê xwe diraweste PDKˊê ye, îro li ser navê Parêzvanên Sînor yên Iraqê li devera Amêdiyê ya girêdayê parêzgeha Duhokê ku dikeve sînorê Bakurê Kurdistanê di saetên êvarê de hêzeke xwe bi cih kir.

Li gor Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre agahiyên herêmî, PDKˊê li ser navê Hêzen Parêzvanên Sînor ên Iraqê li devera Amêdiyê ya dikeve sînorê Bakurê Kurdistanê îro di saetên êvarê de hêzeke xwe bi cih kir.

Her wiha şeva 21’ê Sibatê hêzeke foca 4’emîn (alaya 4’emîn) ya girêdayî Hêzen Parêzvanên Sînor ên Iraqê ku di bingeh de hêzên PDK’ê ne, xistin liv û tevgerê û li gundê Serzêrê yê sînorê bajarokê Kanî Masê yê girêdayî parêzgeha Duhokê bi cih kirin.

Her wiha balafirên şer ên dewleta Tirk di şeva 20’ê Sibatê de çend deverên parêzgeha Duhokê bi dijwarî bombebaran kirin û di encamê de 2 pêşmerge şehîd bûn û pêşmergeyek jî birîndar bû.

Der barê vê yekê de Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê îro têkildarî plana nû ya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê de ku dixwaze Iraqê jî bikişîne nava vê planê bang li hêzên Başûr, desthilatdariya Iraqê û bi taybet pêşmergeyan kir ji artêşa Tirk û baregehên wê dûr bikevin û alîkariya wan nekin.

Di nava du mehên borî de rêzehevdîtin û serdanên rayedarên dewleta Tirk a dagirker ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li gel berpirsên ewlekarî û siyasî yên Iraqê pêk hatin. Li gorî medya û pisporan armanca van serdanan ew e ku dewleta Tirk dixwaze li ser hinek deverên Herêma Kurdistanê êrişên nû  yên dagirkeriyê bide destpêkirin û dixwaze Iraq û Herêm jî beşdarî vê êrişa dagirkeriyê bibin.