PDKˊê careke din rojnamevan Umêd Beroşkî girt

Hêzên girêdayî PDK’ê li Dihokê avêtin ser mala rojnamevan Umêd Beroşkî û ew girt.

PDKˊê careke din rojnamevan Umêd Beroşkî girt
22 sibat, 2024   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsˊê da zanîn ku danê siharê hêzek ser bi PDK’ê li Dihokê avêtine ser mala rojnamevan Umêd Beroşkî û ew girtin. Der barê sedema girtinê û aqûbeta Beroşkî de heya niha tu agahî nehatine belavkirin.

Hêjayî gotinê ye di 19’ê Tebaxa sala 2020’an de di dema xwepêşandana mamostayan a li dijî nedana muçeyan de, li Dihokê Umêd Beroşkî hatibû girtin.

Rojnamevan Umêd Beroşkî piştî salek û heft mehan di girtîgehê de ma, di 22’yê Sibata 2022’yan de hatibû berdan.