Ukraynayê parzûngeheke mezin a Rûsyayê rawestand

Rayedarekî Rûsyayê ragihandin ku hêzên Ukraynayê êrişî mezintirîn parzûngeha petrolê ya li Orskê kir, di encamê de parzûngeh dê heta 6 mehan were rawestandin.

Ukraynayê parzûngeheke mezin a Rûsyayê rawestand
13 tebax, 2026   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Rûsyayê da zanîn ku di êrişa Ukraynayê ya dûravêj a li dijî parzûngeha mezin a petrolê ya li bajarê Orskê de xebata parzûngehê heta 6 mehan tê rawestandin. 

Berpirsê herêma Orenburgê Yevgeny Solntsev daxuyanî li ser li ser medyaya dîjîtal parve kir û got rawestandina parzûngehê dibe ku krîza sotemeniyê li Rûsyayê, bi taybet jî dabînkirina petrolê zêdetir bike.

Parzûngehê nêzî 1300 kîlometre ji eniya şer ve nêzîk e. Ukraynayê di vê hefteyê de êrişî wê kir, di encamê de şewatek li hundirê tesîsê de çêbû.

(f)