Astengdar e lê her tim îradeya wî xurt e

Îmad Remedan ê ji Çilaxayê, pirsgirêkên wî yên çav hene. Bi salan e li bazara Çilaxayê sebze difiroşe û debara jiyana xwe dike.

Astengdar e lê her tim îradeya wî xurt e
Astengdar e lê her tim îradeya wî xurt e
Astengdar e lê her tim îradeya wî xurt e
Astengdar e lê her tim îradeya wî xurt e
Astengdar e lê her tim îradeya wî xurt e
14 tebax, 2026   05:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li bazara Çilaxayê Îmad Remedan (45) dixebite lê dikana wî nîn e, li quncikeke bazarê bi qasî ku bikare çend sindoqên sebze deyne, dixebite. Serê sibehê zû tê bazarê û dest bi karê xwe dike. Ev bi salan e bi vî awayî dixebite û debara jiyana xwe dike. Dibe ku pirsgirêkên çavên wî hebin û dîtin jê re zehmet be lê xwe nexistiye rewşa ku bê kar bimîne.

Remedan heyanî refa 9`emîn dixwîne û piştre ji ber rewşa aborî neçar dimîne dev ji dibistanê berde û bixebite. Niha berpirsyariya malbata xwe rakiriye û wan xwedî dike.

Remadan têkildarî rewşa xwe ji ajansa me re axivî û got: "Ji zaroktî ve ez astengdar im û bi zehmetî pêşiya xwe dibînim, lê nayê wateya ku mirov nekare berpirsyariya xwe rake. Min her tim berpirsyariya xwe rakir, dixebitim û bi rûmet dijîm. Mirov bi îradeya xwe dikare hemû şert û mercên zehmet derbas bike û bigihîje armancên xwe. Mirovên astengdar dikarin mîna hemû mirovan berpirsyariyê rakin û bijîn."

(np)

ANHA