Ukraynayê hewl da êrişî cihê Pûtîn bike

Medyaya Rûsyayê diyar kir ku Ukraynayê hewl da bi dronan cihê serokê Vladimîr Pûtîn bombebaran bike. Moskovê soza bersivdayînê da.

Ukraynayê hewl da êrişî cihê Pûtîn bike
29 kanûn, 2025   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Interfax a Rûsyayê diyar kir ku Ukraynayê hewl da bi dronan êrişî cihê Pûtînî ya li Novgorodê bike.

Der barê bandora vê yekê li ser birêveçûna danûstandinên navbera Rûsya û Ukraynayê de, ajansê diyar kir ku Moskow wê danûstandinan bidomîne, lê wê helwesta xwe ya danûstandinê biguherîne.

Li aliyekî din jî ajansa TASS a Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêre wezîrê Kerve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku Moskov wê bersivê vê yekê bide.

TASSˊê destnîşan kir ku Mokovê armanca bersivdanê û dema wê diyar kiriye..

(ac/fr)

ANHA