Ukraynayê bi Ewropayê re plana DYA’yê nîqaş kir

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Andriy Sybiha got wî li gel hempîşeyên xwe yên ewropî re pêşniyara DYA’yê ya ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê nîqaş kiriye.

Ukraynayê bi Ewropayê re plana DYA’yê nîqaş kir
22 mijdar, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Andriy Sybiha daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X’ê weşand. Sybiha diyar kir wî pêwendiyeke telefonî bi wezîrên karên derve yên Fransa, Brîtanya, Polonya, Fînlandiyayê, koordînatora siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas û nûnerên ji Îtalya û Almanyayê re pêk aniye . Her wiha got ev pêwendî "di dema guncaw de" de hat kirin.

Andriy Sybiha destnîşan kir ku wî encamên "têkiliyên dawîn" bi serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re parve kirine û "mentiqa gavên me yên din" destnîşan kiriye. Her wiha got: "Me bi berfirehî li ser hêmanên pêşniyarên aştiyê yên ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hatine pêşkêşkirin û hewldanên me yên hevbeş ji bo vekirina rêyeke guncaw ber bi aştiyeke dadperwer ve nîqaş kirin."

Zelensky duh (În) plana ji 28 xalan pêk tê ya Washingtonê red kir ku dê Ukraynayê neçar bike axa xwe berde, artêşa xwe kêm bike û soz bide ku tev li NATO’yê nebe.

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê xwest NATO zextê li ser Rûsyayê bidomîne da ku dawî li şer bîne û spasiya hevkarên Ukraynayê kir ku piştgirî daye welatê wî.

Wezîra karên derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper der barê mijarê de ev tişt li ser X’ê parve kir: "Di hevdîtinan de careke din piştgiriya aştiyeke dadmend û mayînde li Ukraynayê hate dayîn"

Yvette Cooper anî ziman ku divê agirbesteke giştî pêk were û rê li ber muzakereyên cidî were vekirin. Her wiha got divê Ukrayna siberoja xwe diyar bike Wezîra karên derve ya Brîtanyayê destnîşan kir ku dê ji bo aştiyê bi Ukrayna, DYA û Yekitiya Ewropayê re bixebitin.

Serokê DYA’yê Donald Trump roja Înê zexteke mezin kir da ku Ukrayna plana wî ya ji bo çareserkirina nakokiya bi Rûsyayê re qebûl bike û hêvî kir ku beriya Roja Şikurê ya 27’ê Mijdarê çareseriyek pêk were.

(bb)