’Têkoşîna ji bo jiyaneke azad pêwîst e were xurtkirin’

Têkildarî 25’ê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Gaziya şer Zarîn Kobanê got, “Divê hemû jin her rojên xwe bi heyecana 25’ê Mijdarê bijîn û berxwedana  ji bo jiyaneke azad û wekhev xurt bikin.”

’Têkoşîna ji bo jiyaneke azad pêwîst e were xurtkirin’
22 mijdar, 2025   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Gaziya şer Zarîn Kobanê bi wesîleya 25’ê Mijdarî Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan nirxandin kirin.

Zarîn Kobanê  bal kişand ser rola jinan a di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û got, “Jinên Kurd di avakirin û pêşxistina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rolên pir girîng û dîrokî lîstin. Weke fermandarên şer bi qehremanî têkoşîn kirin û heya kêliyên we yên dawiyê li ber xwe dan. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji hevrêyên xwe yên xort re bûn pêşeng û serkêş. Gelek hêzên ku ji xwe re digotin, ‘artêş’ dema ku serê çeteyan dîtin li wesayîtên xwe siwar bûn û reviyan. Hêzên PDK’ê jî dema êrişên çeteyan dest pê kirin bi heman rengî pişta xwe dan xelkê Şengalê û reviyan. Ew hêzên qaşo ji bo bergiriyê ne, civak û xelk  bi wan çeteyên hov re rûbirû hiştin.’’

Gaziya şer Zarîn diyar kir ku şervanên jin ên bi fikir û bîrdoziya Rêber Apo xwe gurçûpêç kirine bi wêrekî û serbilindî li meydanên şer li dijî wan çeteyên tundrew û hêzên dagirker têkoşîn kirin û wiha domand, “Wan şêrejinan jin, zarok û îxtiyar ji nav lepên hovan rizgarkirin. Di gelek tevgerên ji bo azadiya xak û gelê xwe têkoşîn dikin de jin hene û di nav refên berxwedanê de cih digirin. Lê di ti tevgeran de bi qasî Tevgera Apoyî jinan di asta pêşengtiyê de rol negirtine. Ev cudatiya Tevgera Apoyî ya ji tevahî tevger û rêxistinên din nîşan dide. Jinên çiyayî yên lêgerên heqîqetê di Tevgera Apoyî de berxwedana herî esîl pêş xistin û erka xwe ya dîrokî anîn cih. Jinên çeleng soz dan û gotin, ‘Canê me ji bo Rêber Apo feda be. Eger jiyan hebe wê bi Rêberê azad re be.’”

Zarînê anî ziman ku şoreşgerên jin ên Apoyî navê xwe mîna xwişkên Mîrabal di dîroka têkoşînê ya jinan û mirovatiyê de bi tîpên zêrîn neqişandin û ev anî ziman, “Wan hevrêyan ji bo em û civaka me bi aramî û azad bijîn bêteredut canê xwe dan. Wan hevrêyan bi bîr û baweriya, ‘Wê hevalên me ala me li erdê nehêlin,’ çûn ser mirinê. Em ê jî li ser vî esasî heya dawiyê di rêya heval û hevrêyên xwe de bin.  Ez bi hurmet û minetdarî bejna xwe li hemberî mezinahî û heybeta wan jinên berxwedêr û çalakvan ditewînim. Soza min berê ji wan pakrewanan re daye nû dikim û dibêjim, ‘Em ê teqez armancên we ji bo wan şer kir, bi têkoşînê tacîdar bikin.’”

Gaziya şer Zarîn Kobanê bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Li ser vî esasî pêwîst e hemû jin her rojên xwe bi heyecana 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê bijîn û berxwedana  ji bo jiyaneke azad û wekhev xurt bikin.”

(bb)