Nêzî 10 hezar kesan mîhrîcana fîlman şopand

Di 5’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava de, ji 7 salî heta 70 salî derdora deh hezar kesan bi şopandina 86 fîlm, kurtefîlm û belgefîlman hefteyek rengîn derbas kir. 

 Nêzî 10 hezar kesan mîhrîcana fîlman şopand
22 mijdar, 2025   08:42
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Mîhrîcana Fîlman a Naventeweyî ya Rojava ku îsal bi dirûşmeya “Çîrokên Hevpar, Sînemeya Azad” hat organîzekirin, di navbera 13 û 20’ê Mijdarê de li bajarê Qamişlo hat pêkanîn. 

Mîhrîcana ji aliyê Komîna Rojava ya Fîlm a girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) ve hat organîzekirin, di roja dawî de bi dayîna xelatan bidawî bû.

Di mîhrîcanê de 86 fîlm, kurtefîlm, belgefîlm ên ji welatên cuda hatin pêşandin. Her wiha 22 sanaryo jî pêşkêşî erêkirina juriyê hatin kirin.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemet Şêxo û Navenda TEV-ÇAND’ê her roj 12 fîlm û belgefîlm hatin pêşandan. 

Ji bilî fîlman, bi giştî 6 semîner û panelên li ser sînema, pirsgirêk û pêşketinên wê hatin dayîn.

Hem semîner hem jî fîlm û belgefîlm, ji aliyê piraniya şêniyên bajar û welatiyên ku ji bajarên din ên herêmê hatin ve bi eleqeyek mezin hatin şopandin. Her wiha rêveber û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, saziyên sivîl, partiyên siyasî, derhêner û sînemagerên li ji Îspanya, Hîndîstan, Brîtanya, Almanya, Fransa û Şamê hatine jî mîhrîcan ji nêz ve şopand.

Di heft rojên mîhrîcanê de li bajar dîmenên rengîn derketin holê. Ji 7 salî heta 70 salî derdora 10 hezar kesan fîlm û belgefîlm temaşe kirin. Di roja dawî de jî bi şahiyekê 8 fîlm û 2 senaryo hatin xelatkirin. 

Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Nûpelda Herekol, da zanîn ku mîhrîcanê kelecan û coşe mezin ava kiriye, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn zêdetir pêwendî danîne, her wiha firsend çêbûye ku rewşa herêmê ji mêvanên ku ji derve hatine baştir were vegotin.

(a)

ANHA