Ukraynayê bi balafirên bêmirov êrişeke berfireh kir
Ukraynayê beriya pîrozbahiyên salvegera serketina li hember Naziyan a 9’ê Gulanê, li dijî Rûsyayê êrişeke berfireh bi balafirên bêmirov pêk anî.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di şevekê de 105 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li gelemperiya welêt hatine bêbandorkirin.
Moskovê ragihand ku wan li 19 balafirên bêmirov xistiye û hat gotin hin parçeyên balafirên bêmirov li kolaneke li başûrê bajêr ketine.
Di êrişan de tu kes birîndar nebûn. Çar balafirgehên mezin ên li paytextê bi rengekî demkî hatine girtin. Li xeta Volgayê jî li gelek bajaran di trafîka hewayî de astengî çêbûn.
Li herêmên Voronezh û Penza bi giştî 28 balafirên bêmirov hatin xistin. Di dema êrişan de li herêma Kurskê 2 ciwan birîndar bûn û elektrîk qut bû.
Ev êriş tenê çend roj berî merasîma leşkerî ya Roja Serketinê pêk hatin ku dê bi beşdarbûna Vladimîr Pûtin li Moskovê were lidarxistin.
Li aliyê din, di encama êrişa bi balafirên bêmirov a li herêma Odessa ya Rûsyayê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Moskovê diyar kir ku wê di navbera 8 û 10’ê Gulanê de ji bo 3 rojan agirbest ragihandiye. Lê Ukrayana li gorî vê agirbestê wê tev bigere an negere, ne diyar e.