Hejmara kuştî û birîndarên bombebarana li Yemenê zêde bû

Hûsiyan ragihand ku di bombebarana li dijî kargeheke çîmentoyê ya li bajarê Hudeydayê de 42 kes birîndar bûne û 2 kes jî hatine kuştin. Artêşa DYA’yê êrişeke hewayî li ser navçeya El Sewad a paytext Sanayê kir.

Hejmara kuştî û birîndarên bombebarana li Yemenê zêde bû
6 gulan, 2025   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan diyar kir ku "Di encama bombebarana DYA û Îsraîlê ya li ser kargeha çîmentoyê ya Bacêl de 2 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn."

Ji aliyê din ve artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh danê êvarê êrişî herêma El Sewad a li navçeya Sanhan a paytext Sanayê kir.

Kanala 12 ya Îsraîlê li ser zimanê berpirsên leşkerî ragihand ku "30 balefirên şer ên Îsraîlê beşdarî êrişa ser Yemenê bûn" û diyar kir ku ew êriş bi koordîneya hêzên amerîkî re hatiye pêkanîn. Ew operasyon bersivek bû li ser êrişa ku Hûsiyan roja yekşemê bi moşekeke balîstîk li dijî Balafirgeha Ben Gurion kiribû.

(k)