Ukraynayê 59 balafirên bêmirov ên Rûsyayê anîn xwarê

Artêşa Ukraynayê ragihand ku hêzên wan 59 balafirên bêmirov ên Rûsyayê xistine xwarê. Li gorî rapora Rêxistina Çavdêriya Çekên Komî jî ji sala 2022’yan ve zêdetirî hezar û 200 sivîl bi bombeyên komî hatine kuştin.

Ukraynayê 59 balafirên bêmirov ên Rûsyayê anîn xwarê
15 îlon, 2025   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Ukraynayê ragihand ku sîstemên wan ên parastinê ji 84 balafirên bêmirov ên Rûsyayê yên di êrişa duh bi şev de hatibûn bikaranîn, 59 heb xistine xwarê. Êrişa Rûsyayê li dijî bakur û başûrê rojhilatê Ukraynayê pêk hat.

Ev daxuyanî piştî rojekê li ser ragihandina Rûsyayê ku artêşa Ukraynayê bi 361 balafirên bêmirov êriş li dijî parzûngeha petrolê ya Kirişî ya li bakurê rojavayê Rûsyayê kiriye, hat dayîn. Di encama wê êrişê de bêyî zirarên canî çêbin, parzûngeh şewitîbû.

Li aliyê din Rêxistina Çavdêriya Çekên Komî di rapora xwe ya salane de aşkera kir ku ji destpêka êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê yên ji sala 2022’yan ve zêdetirî hezar û 200 sivîl bi çekên komî hatine kuştin û birîndarkirin. Rêxistinê hişyarî da ku îhtîmal e hejmara qurbaniyan gelekî zêdetir be.

Di raporê de hate destnîşankirin ku Rûsya vê cureya çekan ji roja yekem a şerê li dijî Ukraynayê ve bi rêjeyeke pir zêde bi kar tîne. Artêşa Ukraynayê jî heman cureya çekan bi kar anî.

Rêxistinê da zanîn ku ji destpêka şer ve her sal rêjeya qurbaniyên ji Ukraynayê yên bi çekên komî tên kuştin di asta cîhanê de ya herî zêde ye. Rêxistinê destnîşan kir ku di sala 2024’an de ji 314 kesên li tevahiya cîhanê 193 kes ji Ukraynayê bûn.

Tê zanîn ku Rûsya û Ukraynayê peymana qedexekirina çekên komî ya sala 2008’an îmze nekiriye.

(dc)