Kongreya Îslama Demokratîk banga parastina aştiya navxweyî kir

Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku bûyerên li Sûriyeyê rû didin aştiya navxweyî tehdît dikin û hate gotin "Sûriye bi sîstemeke cîhadî ya selefî ya li ser esasê îslama siyasî tê birêvebirin."

15 îlon, 2025   16:01
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk bi armanca nirxandina rewşa siyasî li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê civînek li dar xist. Di civînê de kesayetên olî, civakî, endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

Di civînê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêx Sînan Seydûş peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji eşîrên Ereban re xwend. Piştre jî nêrîna Kongreya Îslam Demokratîk a ji bo Sûriyeya nû şîrove kir û got Sûriye ya tevahî gelê wê ye, mafê hemû sûriyeyiyan heye beşdarî avakirina Sûriyeyê bibin û biryara çarenûsa welatê xwe bidin.

Seydûş îşaret pê kir ku ew belgeya Medîna El Munewara ya li ser bingehê edalet, hezkirin û aştiyê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a ku mafên hemû mezheb û neteweyên wê diparêze, wekî çareserî dibînin. Seydûş her wiha diyar kir ku dûrxistina çi pêkhateyekî di avakirina Sûriyeya demokratîk li dijî rêgez û peyamên olan e.

Şêx Sînan Seydûş da zanîn ku ya ku li Sûriyeyê rû dide gefê li aştiya navxweyî dixwe û xetereya parçebûna li ser bingehên mezhebî dide pêş û wiha pê de çû: “Sûriye bi pergaleke cîhadî ya selefî ya li ser bingehên îslama siyasî bi rê ve diçe. Ev pergal ji bo parastina berjewendiyên xwe pêkhateyan li hemberî hev din sor dikin. Ev nêzîkatî jî dûrî îslama rasteqîn a li ser bingehê edalet û lêborînê ye.”

Seydûş da zanîn ku Kongreya Îslama Demokratîk armanc dike ku ola îslamê vegere cewherê wê yê xwezayî û nameya wê ya jiyana hevbeş û parastina pirrengiyê û veguhestina vê pirrengiyê bo hêzê li hemberî dijminan belav bike û olî ji îstîsmarkirinê diparêze.

Di civînê de hevserokê Rêveberî û Rêxistinî ya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan cudahiya di navbera îslama demokratîk û îslama siyasî de şîrove kir ku îslama siyasî bûye alaveke ferzkirina hegemonya û derxistina cudakariyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de.

Saroxan destnîşan kir ku demokrasiya rasteqîn di ola îslamê de ye û got: "Di dema hezretî Mihemed de diyalog û nîqaş li pêş bûn. Ev jî ji me re diyar dike ku bingehên rasteqîn ên demokrasiyê di wê demê de bûn ku îro em jî banga wê dikin."

Beşdaran der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran diyar kir ku nêrîna Kongreya Îslama Demokratîk a der barê îslam û demokasiyê ya durist e û li gorî rêgezên Henefî ne. Her wiha diyar kir ku ji ev nêrîn garantiya avakirina Sûriyeya demokratîk ji bo tevahiya ol, mezheb û pêkhateyên wê ye.

(bb)

ANHA