Malbatên şehîdan ên Amûdê civîna salane li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan di civîna xwe ya salane de rewşa herêmê, rola malbatên şehîdan di parastina fikrên Rêber Abdullah Ocalan de û çalakiyên meclisê nirxandin.

Malbatên şehîdan ên Amûdê civîna salane li dar xist
Malbatên şehîdan ên Amûdê civîna salane li dar xist
Malbatên şehîdan ên Amûdê civîna salane li dar xist
Malbatên şehîdan ên Amûdê civîna salane li dar xist
Malbatên şehîdan ên Amûdê civîna salane li dar xist
Malbatên şehîdan ên Amûdê civîna salane li dar xist
Malbatên şehîdan ên Amûdê civîna salane li dar xist
Malbatên şehîdan ên Amûdê civîna salane li dar xist
15 îlon, 2025   16:18
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê li navenda Partiya Yektiya Demokratîk (PYD), bi beşdariya malbatên şehîdan ên bajêr û gundan, malbatên şehîdên ên koçberên Efrîn û Şehbayê û endamên meclisê, civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kawa Dêrik axivî. Kawa Dêrik behsa rewşa herêmê û ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û pêdivî bi hevgirtina tevahî pêkhateyan heye.

Kawa Dêrik diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bingehên metoda neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk danîn, wan jî hişt Komploya Navneteweyî ya li dijî wî bê kirin û bal kişand ser rola malbatên şehîdan di parastina felseya wî û domandina berxwedanê de.

Dûre endamê Meclisa Bajarê Amûdê Ehmed Ehmed perspektîfên meclisê dane pêşkêşkirin û hevserokê meclisê Ebdulqadir Şêxmûs rewşa rêxistinê û çalakiyên meclisê yên îsal aşkera kirin.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Zîwer Elî axivî û girîngî da pêşxistina xebata meclisê û girêdana bi xeta şehîdan ve.

Malbatên şehîdan jî nêrîn, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û girîngî da van xebatan; serdanên meclisê ji malbatên şehîdan re, pêwîst e wekhevî di destektayîna madî û manewî de hebe, nivîsgeha çavdêriyê ji bo şopandina malbatên şehîdan were avakirin, derfetên kar ji bo hevjînên şehîdan werin peydakirin, girîngiyeke mezin ji bo zarokên şehîdan were dayîn û mal li ser milkên giştî werin avakirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan di dawiya civînê de rexneyên hatine kirin pejirandin û diyar kir ku ew van kêmasiyan derbas bikin û performansa xwe li gorî xwestekên malbatan bi pêş bixin.

(fr)