Ukraynayê 26 balafirên Rûsyayê xistin xwarê

Rayedarekî artêşa Ukraynayê ragihand ku duh bi şev 26 balafirên bêmirov ên Rûsyayê xistine xwarê.

Ukraynayê 26 balafirên Rûsyayê xistin xwarê
28 adar, 2024   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Hêzên Hewayî yên Ukraynayê Mykola Olichchuk di daxuyaniya xwe ya vê sibê ya li ser Telegramê de ragihand ku Rûsyayê bi şev 28 balafirên bêmirov ên ‘Şahed-136/131’ şandine. Olinchchuk da zanîn ku balafirên bêmirov ji herêmên Kursk û Cape Chuda yên Rûsyayê yên li Nîvgirava Qirimê rabûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 28 balafirên bêmirov 26 balafir li herêma Odessa ya li başûr, herêma Xarkiv û Dnipropetrovsk ên li rojhilat û herêma Zaporizhya ya li başûr xistine xwarê. Hate ragihand ku ku ziyan çênebûne.

Li gorî heman çavkanî; Moskov bi şev 3 moşekên KH-22,  moşekek KH-31B a li dijî radaran û moşekek S-300 a ji erd bo asîman ber bi Ukraynayê ve avêtine.

(bb)