2 belavkarên madeyên hişbir hatin girtin

Li Hesekê 2 belavkarên madeyên hişbir ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

2 belavkarên madeyên hişbir hatin girtin
28 adar, 2024   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir di 29’ê Sibatê de 2 belavkarên madeyên hişbirê li Hesekê girtine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku miqdareke madeyên hişbir, telefoneke destan û 317 hezar lîreyên sûriyeyî ku gel her du belavkaran hatine dîtin, hatin desteserkirin.

Hate destnîşankirin ku her du belavkarên madeyên hişbir sewqî dadgehê hatine kirin.

(bb)