Ukrayna: Moskovê di hefteyekê de zêdeyî 2 hezar bombe û dron bi kar anîn

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku Rûsya di hefteyekê de zêdeyî 2 hezar bombe û dron avêtine. Zelensky da zanîn ku pêwîstî bi piştgiriya berevaniyê ya berdewam ji bo parastina sivîlan heye.

Ukrayna: Moskovê di hefteyekê de zêdeyî 2 hezar bombe û dron bi kar anîn
4 ÇILE, 2026   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku Rûsya hefteya borî hezar û 70 bombeyên asmanî, nêzîkî hezar dronên êrişkar û 6 mûşek avêtine deverên cuda yên Ukraynayê.

Zelensky li ser platforma Xˊê diyar kir ku berdewama piştgiriya hevkaran ji Ukraynayê re girîngiyeke mezin e, nexasim girêdayî piştgiriya berevaniyê ya birêxistinkirin û pêşxistina pergalên berevaniya asîmanî. Zelensky anî ziman ku ji ber êrişên Rûsyayê jiyana sivîlan di xeteriyê de ye.

Serokê Ukraynayê anî ziman ku pêkanîna peymanan bi hevkarên Ukraynayê re gelekî girîng e, ji ber ku her mûşekek li gel hevkaran depokirî dikare jiyana sivîlan rizgar bike.

Di heman çarçoveyê de, pergala parastina asîmanî ya Ukraynayê li ser telegramê ragihand ku ji eslê 52 dronan wê 39 dronên Rûsyayê li bakurê rojhilatê welêt anîne xwarê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku pergalên parastinê yên asîmanî 90 dronên Ukraynayê li asîmanê Rûsyayê xistine.

Zelensky duh ragihandibû ku ger hewlên dîplomasî nikaribin Rûsya neçar bikin şer bi dawî bike, wê Kîev parastina xwe bike.

(ac/fr)

ANHA