Meclisa Dirbêsiyê biryara bilindkirina bihayê embîran sekinand

Meclisa bajarê Dirêbsiyê yê kantona Cizîrê birayra bilindkirina bihayê embîran li sûkê sekinand.

Meclisa Dirbêsiyê biryara bilindkirina bihayê embîran sekinand
Meclisa Dirbêsiyê biryara bilindkirina bihayê embîran sekinand
Meclisa Dirbêsiyê biryara bilindkirina bihayê embîran sekinand
Meclisa Dirbêsiyê biryara bilindkirina bihayê embîran sekinand
Meclisa Dirbêsiyê biryara bilindkirina bihayê embîran sekinand
Meclisa Dirbêsiyê biryara bilindkirina bihayê embîran sekinand
4 ÇILE, 2026   16:41
HESEKÊ

Vê sibehê xwediyên dikanên bazirganiyê yên li sûkên bajarê Dirbêsiyê biryara Şaredariya Gel a bilindkirina bihayê embîran bo 8 dolaran ji bo her embîrekê îtîraz kir.

Piştî xwediyên dikanan hatin agahdarkirin ev îtîraz hat kirin. Wê hişt ku bi dehan dikan werin girtin, dikandar berê xwe bidin Meclisa bajêr û giliyek fermî ji bo betalkirina biryarê pêşkêş bikin.

Girêdayî mijarê, Şaredariya Gel a Dirbêsiyê ji ajansa me re diyar kir ku ji ber ku Gerînendetiya Sostemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayîna mazotê ji bo jenetorên sûka navendî bi bihayê 125 lîreyan ji her lîtreyekê re sekinandin, ev biryar hat dayîn. Li şûna wê şaredarî mazotê bi 5700 lîre dikire.

Li sûka Dirbêsiyê nêzî 2000 dikanên bazirganiyê ji hemû beşan hene. Şêniyan diyar kir ku ji ber ku bihabûnê tevgera sûkê cemidiye.

Piştî gilî hat pêşkêşkirin, koordînasyona bajarê Dibêsiyê ya ji Meclisa Bajêr, Komîteya Sotemeniyê, Şaredariya Gel û saziyên dîtir ên eleqedar pêk tê, civîneke awarte li dar xist, biryar bi demkî sekinand, heta ku bi Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê re nîqaş dikin, da ku çareseriyekê li gorî rewşa şêniyan û dikandaran bibînin.

(fr)

ANHA