Li Efrînê jinek ciwan hat revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jinek ciwan ji bajarê Şera yê Efrînê revand.

Li Efrînê jinek ciwan hat revandin
4 ÇILE, 2026   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 30’ê Kanûnê de jineke ciwan ji bajarê Şera yê gundewarê Efrîna dagirkirî revand.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan bi ser gundê Derwîş ê bajarê Şera de girt, Heybet Emîn Silêman (23) revand û hîna aqbûeta wê nayê zanîn.

Li herêmên ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin sûcên qetilkirin, dizîn, talankirin û revandinê dewam dikin.

(ac/fr)

ANHA