Ukrayna: Kontrolkirina Kostiantynivkayê ji aliyê Rûsyayê ve ne rast e

Piştî ku Rûsyayê kontrolkirina bajarê Kostiantynivka ragihand, Ukraynayê kontrolkirina wê derewand.

Ukrayna: Kontrolkirina Kostiantynivkayê ji aliyê Rûsyayê ve ne rast e
4 tîrmeh, 2026   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Ukraynayê ji ajansa Reutersê re diyar kir ku hêzên Rûsyayê bajarê Kostiantynivka yê li rojhilatê welat kontrol nekiriye û agahiya ku der barê kontrolkirina bajar de hatiye weşandin derewand.

Rayedar destnîşan kir ku “îdiayên Rûsyayê derew in” û bajar neketiye kontrola Rûsyayê.

Duh (3 Tîrmeh) Kremlînê ragihand ku artêşa Rûsyayê Kostiantynivka kontrol kiriye, kontrolkirina vî bajarî jî rê li ber kontrolkirina bajarên Kramatorsk û Slofiyansk vedike.

(sb)

ANHA