11 roj e agahî ji Mihemed Elî nîn e

Mihemed Elî Zekeriya Nasan ku beriya 11 rojan hatibû girtin, agahî jê nayê wergirtin.

11 roj e agahî ji Mihemed Elî nîn e
4 tîrmeh, 2026   13:31
EFRÎN

Li Efrînê 11 roj berê xortê bi navê Mihemed Elî Zekeriya Nasan ku ji navçeya Şiyê ye, hatibû girtin.

Li gorî agahiyên berdest, ew piştî girtinê veguhastine Helebê.

Malbata wî gelek caran hewl da ku xwe bigihîn wî û serdana wî bike. Lê destûra serdanê nehat dayîn û ji malbatê re hat gotin ku ew hîn di lêpirsînê de ye.

Heta niha jî agahiyeke ji Mihemed Elî Zekeriya Nasan nehatiye wergirtin.

(ha)