Ukrayna ji Îranê xwest piştgiriya Rûsyayê rawestîne

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê ji Îranê xwest ku ji rageşiyê dûr bikeve û piştgiriya bi Rûsyayê re rawestîne.

Ukrayna ji Îranê xwest piştgiriya Rûsyayê rawestîne
28 tîrmeh, 2026   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Îranê êrişa Ukrayna ya li ser keştiya Îranê şermezar kir, Wezîrê Karê Derve yê Ukraynayê Andriy Sybiha ragihand ku wî bi telefonê bi wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî re axiviye.

Andriy Sybiha got, wî ji Eraqçî xwestiye ku welatî wî ji rageşiyê dûr bikeve û her cûre piştgiriya ji bo Rûsyayê di şerê li dijî Ukraynayê de rawestîne.

Sybiha di nivîsekê de ku li ser X‘ê parve kiriye got, şerê Rûsya yê li dijî Ukrayna ne rewa ye û divê raweste.

(bb)