ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-07-2026
29 tîrmeh, 2026   02:00

Rojnameger Pêjder Altan li ser rewşa dawîn a Sûriyeyê got Sûriye bûye qadeke bazarê ya pir aktoran. Li gorî wî, Tirkiye di nava van aktoran de wekî lîstikvana herî agresîf û herî guherbar derdikeve pêş.

Li bajarê Til Kelexê yê girêdayî Humsê pirsgirêkên binesazî, rê, kanalîzasyon û paqijiyê hene. Şêniyan daxwaza çareseriyê kirin.

Li nexweşxaneya Sqîlbiya ya li gundewarê Hemayê alavên tibî û kadroyên pispor kêm in. Ji ber vê yekê nexweşên giran sewqî nexweşxaneyên din ên bajarê Hemayê tên kirin. Nexweş û xebatkarên nexweşxaneyê banga lezgîn a destekkirinê kirin.

Şêniyên gundê Şebek ê Çilaxayê daxwaza kolandina bîrekê artezyenê ji bo ava vexwarinê dikin. Daîreya Avê jî diyar kir ku ew dê vê projeyê di plana xwe ya xizmetguzariyê de bi cih bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê ji ber kirêya ne wekhev a çûn û hatina di navbera Hesekê û bajarên din ên herêma Cizîrê de gazincan dikin. Daxwaz hene ku kirê bê yekkirin û careke din mazota xizmetguzariyê ji bo teksiyan bê dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana Yekemîn a Genim ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Zaniştî ya Çandiniyê ya Afrîneriyê ve hatiye organîzekirin, li Stadyuma Şehîdên 12‘ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê dest pê dike. Saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)