‘Tunebûna dadweriyeke serbixwe û kontrola hêzên tundraw sedemên tevliheviyê ne’

Parêzer û pisporekî hiqûqa navneteweyî Mihyedîn Lala li ser sedemên tevliheviya li herêmên hikumeta veguhêz, got desthilata nû li şûna li ser rewşa ewlehiyê bisekine, li ser xurtkirina hikumetê disekine. Her wiha got dadweriyeke serbixwe tune ye ku hesab ji sûcdaran bipirse.

‘Tunebûna dadweriyeke serbixwe û kontrola hêzên tundraw sedemên tevliheviyê ne’
22 mijdar, 2025   02:35
MEDYA HENAN
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzer û pisporê qanûnên navneteweyî Mihyedîn Lala sûc, revandin û tevliheviyên ku li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de belav bûne, nirxandin.

Mihyedîn Lala diyar kir ku tunebûna pergaleke dadwerî ya hevgirtî û serbixwe sedema zêdebûna sûcan e û da zanîn ku divê dadwerî ji bo tevan be û armanca wê pêkanîna îstiqrar û edaletê be.

Lala bi domdarî got: “Eger sîstemeke cezayî ya bibandor hebûya, dê sûc û revandinan kêm bikira. Lê belê sîstema ji ewlehiyê berpirsê li şûna ku civakê biparêze bûye beşeke pirsgirêkê. Dezgehên ewlehiyê an ku ewlekariya giştî û hin endamên hêzên ewlekariyê di gelek dozên girêdayî xirabûna rewşa ewlehiyê û zêdebûna sûc û revandinan li Sûriyeyê têne tawanbarkirin. Tevî vê jî heya roja me ya îro me nedîtiye tu kes hatine darizandin û tedbîrên rastîn ên astengkirinê li dijî wan nehatine girtin. Nebûna berpirsyariyê û tedbîrên bibandor bûye sedema zêdebûna tevliheviyê.”

Mihyedîn Lala destnîşan kir ku sedema pirsgirêka têkçûna ewlehiyê hebûna desthilateke nû ye ku cihê desthilata berê girtiye û da zanîn ku desthilata nû li şûna li ser rewşa ewlehiyê ya di civakê de bisekine, li ser xurtkirina stûnên hikumetê disekine.

Lala di dewama axaftina xwe de got: “Tunebûna van dezgehan dibe sedema tevliheviyê mîna di hemû rejîmên dîktatorî de, ji ber ku ewlehî li ser amûreke navendî ye û ne li ser prensîba ewlehiya civakê ye. Îro, amûra ewlehiyê veguheriye komên bêpergal û avahiyek û hiyerarşiyeke rastîn tune ne, ji ber ku ew bi lez ji hêla komên nelihevhatî ve tê damezirandin. Raporên sûcên li peravê jî vê rastiyê piştrast dike.”

SERDESTIYA KOMAN LI SER BEŞÊN DEWLETÊ

Lala da zanîn ku Sûriye li gorî îdeolojiya komê û ne li gorî îdeolojiya avakirina welat tê birêvebirin û got: “Komên tundraw hikumetê kontrol dikin. Bi vî rengî tundrawî dê paşve neçe lê dê bêtir belav bibe. Sûriye di vê qonaxê de hewceyî rêveberiyeke dewletekê ya rasteqîn e, lê rastiya heyî desthilatdariya komên tundraw nîşan dide.”

Der barê bandorên zîhniyeta tundraw li ser tevna civakî û siyasî de Lala ev nirxandin kir: “Serdestiya zîhniyeta olî ya tundraw dê bibe sedema xurtbûna tundrawiyê, şêwazên çemberkirin û pêşdaraziyan jî dê têkiliyên di navbera sûriyeyan de li ser bingeha girêdanên mezhebî û olî ava bike. Ev yek gefê li têgeha mirovahî û hemwelatîbûnê dixwe û dibe ku bibe sedema hilweşîna dewleta Sûriyeyê.”

Der barê gavên lezgîn de ku divê werin avêtin, parêzer û pisporê qanûna navneteweyî Lala wiha axivî: “Pêşîn divê dadwerî ji nû ve were sazkirin û ji desthilata siyasî were cudakirin. Divê qanûnek bi bandor hebe û bi awayekî rasteqîn werin pêkanîn da ku dadwerî dîsîplînkirî be û xwediyê amûrên ku xizmeta berjewendiya civakê dikin û ne berjewendiya desthilatdariyê be. Divê armanca sîstema dadweriyê ne xurtkirina desthilata tu aliyekî ye, lê xizmeta civaka Sûriyeyê be. Di heman demê de bêalîbûn û yekparçeyiya dadweriyê û dûrbûna wê ji pere û ceribandinên siyasî misoger be, da ku edaletê pêk were û xizmeta berjewendiya giştî bike. Di rewşeke wiha de dê dîsîplînek hebe ku bandorê li saziyan bike û ewlehiyê pêk bîne.”

ROLA CIVATA NAVNETEWEYÎ DI PIŞTGIRIYA SÛRIYEYÊ DE

Der barê rola aliyên navneteweyî de Mihyedîn Lala anî ziman ku divê bi rêya çavdêriya navneteweyî piştgiriya têgeha hemwelatîbûnê bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Di raporên rêxistinên sivîl de sûcên li perava Sûriyeyê û herêmên başûr bi hûrgilî nîşan didin, piştrast dibin. Divê civata navneteweyî hem wekî çavdêr û hem jî wek piştgirê Sûriyeyê wek neteweyek û dewletekê tev bigere da ku alîkariya wê bike ku ji vê aloziyê derkeve. Biryarên Konseya Ewlehiyê jî girîngiya edalet û hemwelatîbûnê vedibêjin. Ji ber vê yekê, divê hêzên navneteweyî xwedî amûrên pêwîst ên pêkanîna li ser erda li Sûriyeyê bin.”

(bb)

ANHA