Kargeha ziwakirina garisê zer dest bi xizmetê kir

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê kargeha ziwakirina garisê zer xist xizmetê.

22 mijdar, 2025   07:30
REQA

Kargeha ziwakirina garisê zer a li Reqayê 18’ê Cotmeha 2020’an hatibû xebitandin û rojane 600 ton garis ziwa dikir. Ji wê salê ve Rêveberiya Xweser êdî garisê zer ji cotkaran wernegirtiye, ji ber ku kargeh salekê tenê hat xebitandin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê destpêka vê mehê ragihand ku kargeha ziwakirina garisê zer xistiye xizmetê.

Kargeh ji 3 depoyan pêk tê û 24 saetan tê xebitandin. Her depoyek 200 ton garis ziwa dike. Bi vê yekê her sê depo rojane 600 ton garisê zer ziwa dikin.

Cotkarên kantonê bi rêbazên kevn garis ziwa dikir anku di nava 3-4 rojan de garis li hewşan radixistin ta ziwa dibû.

Hevserokê Meclisa Aborî û Çandiniyê Fadil Mistefa diyar kir ku ziwakirina toneke garisê zer bi 12 dolarî ye û got ev buha li beramberî ziwakirina bi rêbazên kevn kêm e.

Mistefa anî ziman ku kargeha ziwakirinê dikare garis bi rêjeyên şilbûnê yên ji sedî heta 40 û ji sedî 14 radestî cotkaran bike û ev rêje ji bo hilanîna heta 6 mehan bêyî ku xerab bibe, guncaw in.

Fadil Mistefa destnîşan kir ku kargeha ziwakirinê dê rê li ber zirarên ku dibe bigihêjin zeviyan bigire, her wiha dê nakokiyên di navbera cotkaran de li ser cihên raxistina wan kêm bike, di heman demê de dê zeviyan ji dizî û talanê biparêze.

Ziwakirina garis di kargehê de 5 saetan dewam dike. Lê bi rêbazên kevn anku raxistinê 3-4 rojan dewam dike û di vê rêbazê de gelek caran guhertina rewşa hewayî û baranê bandorê lê dike.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk roja 27’ê Cotmehê Biryara 257’an dabû. Biryar destûrê dide hinardekirina garisê zer. Tona garisê zer jî 200-230 dolarî ye. Lê cotkar diyar dikin ku ev buha kêm e. Her donimek 600 kîlo-tonek garis derdixe.

(bb)

ANHA