Kujerê dîrokî: Qatilê kastîk

Rêber Abdullah Ocalan di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de, ji hişmendiya mêran a desthilat re têgîna “qatilê kastîk” bi kar anî. Em ê di vê nûçeya xwe de bi kurtasî pênaseya vê têgînê bikin.

Kujerê dîrokî: Qatilê kastîk
22 mijdar, 2025   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎTAN ÎRLAN

Rêber Abdullah Ocalan di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de, pirsgirêka bingehîn a xwezaya duyemîn (civakîbûn) wek pirsgirêka jin û mêran pênase dike û dibêje: “Ev jî li ser bingeha êrişa mêrê desthilatdar ê qatilê kastîk ku li ser civakbûna li dora jinan ava bûye, pêk hatiye” û “Heta qatilê kastîk neyê fêmkirin, nikarin civaknasiyê bikin”.

‘QATILÊ KASTÎK’ ÇI YE?

Koka peyva “kastîk” bi yûnanî ye û tê wateya “wêranker, yê tune dike, yê ji hundir ve dirizîne”, yanî “kujerê wêranker”.

ÇAWA DERKETIYE HOLÊ?

Rêber Abdullah Ocalan dîroka avabûna qatilê kastîk dibe heta beriya 30 hezar salan. Zayîna mirov û xwedîkirina zarokan pêvajoyeke zehmet e. Jin-dayik ji bo xwedîkirina zarokên xwe, li dora xwe civakekê çêdike. Wê demê têgînek bi navê “bav” tune ye. Mêr rola xwe ya di çêkirina zarok de nizane û jin jî difikire ku ew bi tena serê xwe zarokan diafirîne û dibêje “zarokêm min in”. Li dora jinan hinek xizmên wan ên wekî bira û xwişk hene. Yanî xal, xaltî û zarok. Bi vî awayî klan ku hejmara wan digihêje 15-20 kesî, ava dibin. Di vir de deng, ziman, çand û nirx ava dibin. Lê hinek mêrên din ên xizmên dûr ên jinan hene, ev jî piranî bi karê nêçîrvaniyê ve mijûl dibin û zêdetir bi tena serê xwe dimînin. Ev jî civakeke mêrên nêçîrvan çêdikin, ji bo nêçîrvaniyê pêwîstiya wan bi komekê heye. Bedena wan bi hêz e, di destê wan de amûrên nêçîrvaniyê hene.

Ev klûba nêçîrvanan lê dinêre ku jin diafirînin, zarokên wan hene, zarokên xwe perwerde dikin, xurekan kom dikin, her wiha xerîzeyên zayendî hene. Biryarê dide ku dest deyne ser jinan û nirxên wan. Bi vî awayî êriş dike, jinan û zarokan dike kole, civakbûna jinan dike kole, dest datîne ser nirxên wan. Mêrên nêzî jinan jî dikuje. Ev klûba qatilan; dikuje, tune dike, dirizîne û dike kole. Bi vî awayî “qatilê kastîk” derdikeve holê.

QATILÊ KASTÎK ÇAWA GIHAŞT ROJA ME YA ÎRO?

Li gorî xebatên arkeolojîk şopên herî kevn ên “qatilê kastîk” li Xirabreşkê ku li herêma Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye, hatine dîtin. Dîroka wê beriya 12 hezar salan e. Cihê herî kevn e ku jin, zarok û civak tê de hatine kolekirin. Di vir de fikra xwedî-kole tê pêşxistin. Perestgehên xwe ava dikin, jin û civak xizmeta wan dikin.

Qatilê kastîk xwe pîroz dike û bi demê re li dora xwe bajarvaniyê ava dike. Di Zîgûratan de xwe datîne lûtkeyê û li qata herî jêr jinan dike fahîşe, xwedayên qral ava dike û dema dimire jinan û civakê bi xwe re binax dike, împaratoriyan ava dike û jinan di hareman de dike fahîşe, olên yekxwedayî ava dike û jinan dike şeytan, iblîs û gunehkar, dengê wan, hebûna wan, vîna wan tune dike, dewletan ava dike, netewedewletê ava dike, jinan dike amûra xerckirinê, amûra kêfa mêran û jin ji bo mêran zarokan tînin dinê. Şêwaz diguhere lê cihê jinan naguhere, yan li Zîguratan an li hareman an li kerxaneyan an jî li malê; ew xizmetkar, amûra cinsî û xulamê mêran e.

Dema îro em li cîhanê, mirovan û xwezayê binêrin em ê bibînin ku vê qatilê kastîk çi qas wêrankarî çêkiriye. Her tişt talan kiriye. Îro bi navê modernîteya kapîtalîst xwe didomîne. Bi pênaseya Rêber Abdullah Ocalan “sê siwariyên mehşerê” yanî kapîtalîzm, netewedewlet û pîşesaziyê; civakê, xwezayê û jinan tune dike.

Her çendî ev bi hezaran sal e civak û jin bi cinawirekî re rû bi rû ne, vî cinawirî jehra xwe berdaye nava fikra mirovan, di bin navê “malbata pîroz” de tovê xwe xistibe nava civakê jî, di wan malbatan de jinên ku li ber xwe didin û radest nabin hene, tevgerên mirovahiyê ku li hemberî sê siwarên mehşerê li ber xwe didin hene. Kesayetên şoreşger ên wekî Rêber Abdullah Ocalan jî maska van kujeran dadixin û îro ji me re deşîfre dikin.

ANHA